Aqûbeta dîlgirtiyan û kesên windayî pirsîn

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava bang li hêzên navneteweyî kir ji bo aşkerakirina aqûbeta windayan û parastina dîlgirtiyan û radestkirina cenazeyên şehîdan bikevin tevgerê.

12 sibat, 2026   12:29
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Şehîdên me rûmeta me ne, şervanên me hêzên me û parêzvanên me ne", Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava li ser asta Cizîrê çalakiyek li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê li dar xist.

Endamên Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, jinên endamên saziyên sivîl bi hildana wêneyên şehîdan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da. Endamên meclisa Fatima Mamo bi zimanê kurdî û Cîhan Yûsif bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bo aşkerakirina aqûbeta kesên windayî, garantiya silametiya dîlgirtiyan û radestkirina cenazeyên şehîdan bixebitin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser destkeftiyên Şoreşa Rojava û bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin û hate gotin, bêdengî tê wateya şirîkatiya êrişan.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "Tiştê ku îro diqewime ne tenê şerekî leşkerî ye, lê qirkirina vîna jinan û şikandina vîna civaka ku bi saya fadekariya keç û xorên me bêhna azadiyê kişandine ye."

Di daxuayniyê de îşaret bi bêrêziya li hemberî gor û cenazeyan şehîdan hat kirin û hate gotin: "Êrişên ser goristanan, rûxandina kêlên goran û derxistina laşên lehengên me kiryarên bêexlaqî û sûcekî şer in ku rûyê mirovahiyê reş dike. Ev goristan rûmeta gelê me û bîra têkoşîna me ne. Destdirêjiya li ser wan, hedefgirtina rasterast a her dayik, hevjîn û zarokên vî welatî ye."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ji bo  eşkerekirina çarenûsa kesên windayî, radestkirina cenazeyên şehîdan, parastina canê dîlan û parastina rûmeta şehîdan bikevin tevgerê.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Em wek Meclisa Jinan pêkanînên şovînîst ên ku ji aliyê hikûmeta demkî  û komên wê ve têne meşandin, dibînin. Kesên qebûl kirine bibin amûr di destê kesên din de, nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeyê nakin; berevajî vê, hewl didin polîtîkayên tirsandin û talankirinê bi cih bikin, bi taybetî li dijî jinên ku di Şoreşa Rojava de pêşeng bûn. ​Em dubare dikin ku ev binpêkirin nikarin vîna me bişkînin, lê vîna me ya ji bo parastina proje û destkeftiyên me xurttir dikin.​ Em teqez dikin ku xwîna şehîdên me vala naçe. Em dê ew  kesên ku sûcên bêhurmetkirina goristanan, parçekirina cenazeyan û îşkencekirina dîlan dikin, di hemû qadên navneteweyî de bidin pey wan û wan darizînin.

Banga me ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan da ku destwerdanê bikin û çarenûsa girtiyên me diyar bikin. ​Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li dora doza me bicivin û rûmet û mafên me yên rewa biparêzin."

(bb)

ANHA