HRANA: 6 hezar û 955 çalager ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin

HRANA’yê bîlançoya 41 rojên çalakiyên protestoyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê parve kir û got ku 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 955 kes hatine qetilkirin û 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî lêkolîn dike.

HRANA: 6 hezar û 955 çalager ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin
7 sibat, 2026   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêkhateyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ev 42 rojin li dijî rejîma Îranê liqadin.

Human Rights Activists News Agency (HRANA), rapora xwe ya bîlançoya 41 rojên çalakiyan eşkera kir. Li gorî raporê; 6 hezar û 955 mirinên piştrastkirî hene û 175 jê zarok bi giştî 6 hezar û 505 çalakvan ji hêla hêzên rejîmê ve hatine kuştin. Hate gotin ku 11 hezar û 630 bûyerên mirinê jî tên lêkolînkirin. Hat destnîşankirin ku 11 hezar û 21 kes birîndar bûne, 111 jê xwendekar bi giştî 51 hezar û 251 kes hatine girtin, 11 hezar û 48 kes ji bo îfadeyê hatine vexwendin. Her wiha hate gotin ku hejmara kesên vîdeoyên “îtîrafan” ku hêzên rejîmê bi darê zorê axaftin pê dane kirin û di medyaya alîgirê rejîmê de hatine weşandin jî gihişt 311 kesan.

Di raporê de her wiha cih da banga Sendîkaya Mamosteyên Alman a ji bo rejîmê ku dixwaze zextên xwe û qetilkirina çalakvanan bi dawî bike. Her wiha rexneyên lîderê ruhanî yê nifûsa Misilmanên Sunî yên Îranê Molavî Abdolhamîd a li dijî bêdengiya alimên olî ya li hemberî cînayet û zextên rejîmê jî di raporê de cih girt.

Her wiha hakemê Premier Lig futsalê Niloufar Mir-Karimi jî ji bo protestokirina rejîmê îstîfa kir û got: “Di demeke xwîna welatiyan tê rijandin de mirov nikare jiyaneke asayî ragire.”