HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin

HPG-NRÇ'ê di derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker de daxuyanî da û diyar ku Li gel agirbesta PKK'ê û biryara rawestandina têkoşîna çekdarî, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gerîla dewam dikin.

HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin
14 tîrmeh, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) di derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ji 1'ê Adarê heta 1'ê Tîrmehê daxuynî da.

Daxuynî wiha ye:

“Li gel agirbesta PKK'ê û biryara rawestandina têkoşîna çekdarî, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gerîla dewam dikin. Hêzên me ji 1'ê Adarê heta 1'ê Tîrmehê heta ku êrîşek bi armanca îmhayê nehate kirin, ti çalakî nekirin.

Dron, ÎHA û SÎHA hîn jî li ser eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Weke ku me beriya niha jî diyar kir; her karekî keşfê êrîşeke; ji ber ku karekî ji bo amadekariya êrîşê ye.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê, karê ji bo çêkirina rêyên leşkerî û baregehên ji bo dagirkeriyê dewam dike.

Di serî de tunela me ya li Qada Berxwedanê ya Dergelê ya li herêma Metînayê, êrîşên îmhayê yên li ser tunel û çeperên hêzên me dewam dikin. Nemaze li hemberî tunela me ya Şehîd Xemgîn a li Dergelê 4 caran bi teqemeniyên xurt, 4 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi kepçe û sondajan êrîş hate kirin. Hevrêyên me bi teknîkê bersiv dan van êrîşên ji bo îmhayê hatin kirin.

Li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Garê êrîşên bi top, çekên giran û obusan dewam dikin. Ev herêmên me di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de 2243 caran hatin bombekirin.

Dagirker banga teslîmiyetê li hêzên me yên li Zap û Metînayê dikin. Ev bang aliyê şerê psîkolojîk ê êrîşên dagirkeriyê ye ku heta niha dewam dike û hewldaneke bêkêr e. Lê belê divê were zanîn ku bangên teslîmiyetê yên bê rûmet ên li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ne, hewldaneke giran a tevdanê ye, heqareteke giran e.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TİRK;

– Di 4 û 5'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi teqemeniyên giran hatin bombekirin.

– 5 û 6'ê Tîrmehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi gaza îsotê û gazên kîmyewî yên cuda hatin bombekirin.

– Di navbera 29'ê Hezîranê û 5'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê 5 caran hewl hate dayin ku bi amûrên kunkirinê, kepçe û sondajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê bêne hilweşandin.

– Di 5 û 10'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê, tunelên me yên li Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Dergelê û Serê Metînayê 981 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar û Sergelê 602 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li herêma Garê qadên Girê Zengil, Dêreşê, Kanî Sarkê, Gûzê, Zêvkê, Sêdarê, Deşta Kafya, Spîndarê, Yekmalê, Mijê, Girgaşê, Girê Reşîd 545 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yê Berê Zînê û Sinînê 115 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin."