HPG’ê Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê diyarkir ku Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43'an a çalakiya wan a dîrokî de bi bîr tînin.

HPG’ê Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi hurmet bi bîr anî
14 tîrmeh, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) daxuyaniya da û got : "Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43'emîn a çalakiya wan a dîrokî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin. 

Berxwedana 14'ê Tîrmehê, ku li dijî zexta teslîmiyetê û êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li Zindana Amedê bi hişmendiyeke şoreşgerî û baweriyeke xurt hate destpêkirin, rihê berxwedanê yê partiya me PKK'ê nîşan da. Vî ruhê berxwedanê ispat kir ku li hemberî her cûre zext, êşkence û êrîşên li hemberî Apoyiyan, tenê beden jî ma be wê li ber xwe bide û bi vê berxwedanê wê bi ser bikeve. Ruhê Berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ku bi fedakarî û fedaîtiyê ala me ya têkoşînê gihand asta herî bilind, di nava 42 salên derbasbûyî de xeta me ya têkoşînê diyar kir û bû çavkaniya herî mezin a hêzê ku biryardarî û daxwaza berxwedanê da me. HPG jî weke hêza fedaî şopdarê herî pêş ê vê xetê ye. Em diyar dikin ku çawa heta niha hate kirin ji niha û pê ve jî em ê şopdarê ruhê fedaî yê Apoyî bin, bi rengekî rast bi cih bînin û nûnertiya wê bikin. Li ser vê bingehê em Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê Kurd pîroz dikin."