Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi partiyên siyasî re diyar bû

Şendaya  Îmraliyê ya DEM Partiyê wê di nava hefteyê de bi Serokê CHP'ê Ozgur Ozel, Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike.

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi partiyên siyasî re diyar bû
14 tîrmeh, 2025   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di nava vê hefteyê de serdanên partiyên siyasî bike. 

Endamên şandeyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di nava hefteyê de biçin serdana CHP, MHP û Partiya Gelecekê.

Bernameya şandeyê wiha ye:

16ê TÎRMEHÊ

Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû

Saet: 12.00

Cih: Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî

Saet: 14.00

Cih: Odeya Koma Meclisê

17ê TÎRMEHÊ

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel

Saet: 13.00

Cih: Navenda Giştî ya CHPê