HPG: Dewleta Tirk 11 caran bi çekên kîmyewî êriş kir

HPG'ê ragihand ku di çalakiyeke sekvaniyê ya gerîla de droneke bombebarkirî hat îmhakirin. HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 11 caran li hemberî tunelên li Qada Berxwedanê ya FM'ê ya li herêma Rojavayê Zapê çekên kîmyewî bi kar aniye.

HPG: Dewleta Tirk 11 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
16 gulan 2024   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî dewam dikin, droneyeke bombebarkirî jî bi çalakiya sekvaniyê ya gerîla hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

15’ê Gulanê saet di 01.30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê li hemberî dagirkerên ku hewl didan teqemeniyên qedexekirî li ser tunelên me bi cih bikin, bi çekên ferdî çalakî hate kirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

15’ê Gulanê saet di 12.16'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê droneyeke bombebarkirî ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.

15’ê Gulanê saet di 17.00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

15 û 16'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 11 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr êriş li dijî tunelên me hate kirin.

15’ê Gulanê saet di 17.45'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

15’ê Gulanê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Dergelê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

15  û 16'ê Gulanê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Qesrokê û Golkayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."