Encûmena Ermenî û rûspiyan piştgirî da ‘Ewlehiya Domdar’
Encûmena Civakî ya Ermenî û rûspiyên êlên Ereb serdana kampa Holê kir û bi rêveberiya kampê û hêzên Odeya Operasyona Ewlehiya Domar re civiyan.
Encûmena Civakî ya Ermenî û rûspiyên êlên Ereb serdana kampa Holê kir û piştgirî da Operasyona Ewlehiya Domdar ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kampê û dora wê daye destpêkirin. Her du şande bi fermandariya Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar re civiyan.
Şandeya Encûmena Civakî ya Ermenî bi serkêşiya hevserok Yervent Kesîriyan, serokê Meclisa Giştî Arvî Qasabiyan û şêwirmendê giştî yê meclisê Îmad Teteryan bû.
Di civînê de şandeyê, piştgiriya operasyonê kir û got ji bo parastian ewlehiya herêmê gelek girîng e.
Her wiha şandeyê destnîşan kir ku divê ji pirsgirêka girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên di kampan de çareseriyek bê dîtin. Her wiha bang kir ku divê civata navneteweyî têkildarî vê mijarê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Di dawiya serdanê de, şandeyê bi navê meclisê diyarî pêşkêşî rêveberiya kampê û fermandariya Operasyona Ewlehiya Domdar kir.
Şandeya din ji zêdetirî 20 rûspiyên êlên Ereb ên kantona Cizîrê pêk hat.
Şandeyê di serdanê de, rewşa kampê û Operasyona Ewlehiya Domdar û encamên wê nas kirin. Şandeyê spasiya hêzên operasyonê kir ku hewl didin şêniyan ji şaneyên DAIŞ`ê biparêzin.
Rûspiyan piştgiriya operasyonê, hêzên ewlekariyê û yên leşkerî û hewldanên wan ên ji bo parastian ewlehiya herêmê û biratiya gelan kir.
Operasyona Ewlehiya Domdar 7 roj e berdewam e.
)şx)
ANHA