Holeke werzîşê ji astengdaran re hat vekirin

Rêveberiya Xweser li Reqayê holeke werzîşê ji astengdaran re vekir.

8 nîsan, 2025   16:45
REQA

Di çarçoveya planên Rêveberiya Xweser ên vekirina avahiyên werzîşê de, Meclisa Werzîşê ya kantona Reqayê holeke werzîşê ya astengdaran li Stadyûma Beledî ya Reqayê vekir.

Di vekirina holê de, werzîşvan, kesên girîngiyê didin rewşên civakî, bi dehan astengdar, hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqa, endamên Yekitiya Werzîşê, nûnerên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Axaftina destpêkê, hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl kir û got: "Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide astengdaran û wan weke beşeke girîng ji civakê ku nabe were paşguhkirin, dihesibîne."

Hêvîn diyar kir ku Rêveberiya Xweser amadekariyên vekriina avahiyên werzîşê yên dîtir ji astengdaran re dike ku li gorî rewşên wan ên tenduristî û derûnî bin.

Ev hol a yekemîn li bajêr e. Ji bo dabînkirina pêdiviyên werzîşvanên astengdar, bi hevkariya yek ji rêxistinên li Reqayê kar dikin re, hat vekirin.

Di vê holê de voleybol, basketbol, ​​bîng bol, şetrenc(kişik), hilgirtina giraniyê û fuotbola koran pêk tê û hejmara wan di navbera 30 heta 40 ye.

Kesên di Meclisa Werzîşê de ku çavdêriyê li vê xebatê dikin diyar kir ku ev hol di çarçoveya piştgiriya astengdaran, xurtkirina wan û tevlêkirina wan li nava jiyana werzîşê de, hat vekirin. Çavdêran got werzîşê mafê her kesî ye û divê derfetên bikaranînê ji tevahî beşên civakê re bên peydakirin.

Ev gav, ji hêla şênî û rêxistinên têkildar ve hat pêşwazîkirin, ku gaveke girîng ber bi xurtkirina beşa werzîşê û girîngîdayîna astengdaran e.

(fr)

ANHA