Li Helebê banga Aştî û Civaka Demokratîk hat nîqaşkirin

Rewşenbîrên Helebê li ser girîngiya banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir û diyar kir ku divê bingehên qanûnî û siyasî yên piştgiriyê didin serketina van hevdîtinan werin danîn, êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê li dijî Kurdan rawestin û atmosfêreke demokrasiyê ji bo bikaranîna çalakiyên siyasî û sivîl li hundirê Tirkiyeyê werin dabînkirin.

8 nîsan, 2025   18:06
HELEB

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî bi navê "Aştî û civaka demokratîk" semînerek da û tê de banga dîrokî ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kiriye nîqaş kir.

Semîner li hola Telêt Heleb a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hat dayîn. Di semînerê de endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, tevgerên jinan, meclis û komîn amade bûn.

Hevserokê malbendê Ehmed Bîrhat semîner bi rê ve bir û diyar kir ku ew semîner xwendineke fikrî ya banga Rêber Abdullah Ocalan e ku tê de bangeke wêrek a bidawîkirina tundiyê û bilindkirina dengê siyasetê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, ye.

Bîrhat diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan xwe spart lêkolîneke fikrî ya kûr ji bo rewşa herêmê û armanc ji bangê ew e ku rê li ber danûstandinên siyasî yên nû were vekirin û nakokiyên Kurdî-Tirkî werin derbaskirin û got: "Ev bang ji 3 aliyên sereke re hat kirin; dewleta Tirk, civata navneteweyî û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û tevî wê jî modeleke demokratîk a xwe dispêre çareseriyên aştiyane pêşkêş kir."

Bîrhat li ser zehmetiyên li pêşiya pêkanîna bangê, helwesta dewleta Tirk a dagirker û qebûlkirina bangê ji aliyê gelê Kurd û yê Tirk ve, axivî.

Bîrhat da zanîn ku ji bo pêkanîna vê bangê divê bingehên qanûnî û siyasî ji bo biserxistina hevdîtinan werin danîn, êrişên leşkerî yên li dijî Kurdan werin rawestandin, rê li ber ragihandinê were vekirin ku balê bikişîne ser têkiliya dîrokî ya di navbera gelê Kurd û Tirk de û hewayeke demokrasî ji bo destpêkirina xebata siyasî û sivîl li Tirkiyeyê were amadekirin.

Di nîqaşên semînerê de, çalakvanê siyasî Ebdulhemîd El Hayik diyar kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û girtina girtîgeha Îmraliyê 2 mercên sereke yên pêkanîna aştiyê ne.

Siyasetmedar Hesen Behlewan jî pirs kir ku gelo dewleta Tirk heta çi astê di pêkanîna aştiyê de cidî ye  û got dewleta Tirk li pêş însiyatîvên berê asteng bû.

Ebdama Têkiliyên Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rewa Bekîr diyar kir ku pêdiviya serketina banga Rêber Abdullah Ocalan bi şertên bingehîn heye; çekdanîn û rêzgirtina nasnameya dîrokî ya gelan.

(mh/fr)