2 cangoriyên berxwedana Tişrînê hatin oxirkirin

Cangoriyên berxwedana Bendava Tişrînê Mazlûm Dirbêsiyê û Rojhat Dirbêsiyê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê hatin oxirkirin.

8 nîsan, 2025   16:13
HESEKÊ

Şervanên Hêzên Komandos ên QSD’ê Ferhad Dirbêsiyê (Rojhat Omer) û Mazlûm Dirbêsiyê (Mehmûd Ehmo) yên 21’ê Çileya îsal di berxwedana li Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajar û gundên Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl û meclisan, hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed El Xetîb axivî û got: "Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û lehengiyên QSD’ê girêdan û hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê û girêdana wan a kûr bi xak û şehîdan ve îsbat kir."

BENDAVA TIŞRÎNÊ SEMBOLA BERXEDANÊ Û SOZA SERKEFTINÊ YE

Girêdayî mijarê, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Omran Orkêş diyar kir ku berxwedana Bendava Tişrînê menareya nifşên nû ye û wê bibe xala destpêkirina ber bi pêkanîna aştî û demokrasiyê li Sûriyeyê.

Orkêş wiha domand: "em soz didin şehîdên xwe li ser şopa wan bin û armancên di oxira wan de tê koşiyane û şehîd bûne, pêk bînin."

SOZA MALBATÎ Û WEFADARIYA CIVAKÎ

Xalê şehîd Rojhat, Asim Sîno soza şopandina rêça têkoşîna heta pêkanîna serketinê da. Her wiha apê şehîd Mehmûd Hemo, Gabar Hac Elî diyar kir ku berxwedana lehengane ya li Bendava Tişrînê gelê herêmê ji komkujiyên misoger bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar kir.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her du şehîdan bi tilîliyên dayik û silavkirina berxwedana QSD’ê û YPJ’ê hatin definkirin.

(bb-fr)