Li Siwêdayê greva giştî

Li Siwêdayê li ser banga çalakvanan greva giştî dest pê kir. Li bajêr rêyên sereke hatine girtin.

Li Siwêdayê greva giştî
Li Siwêdayê greva giştî
Li Siwêdayê greva giştî
27 sibat, 2024   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Siwêda 24, li ser banga çalakvanan îro greveke giştî dest pê kir. Grev li hemberî siyasetên hikumeta Şamê û ji bo piştevaniya daxwazên xwepêşandêran li dar dikeve.

Xwepêşandêran bi şewitandina tekeran rêya Şam-Siwêda û kolana naverasta bajar a li nêzî Çerxerêya Cerayê girtin.

Li bajarokên Mezera, Qerya û Qenewat jî rêyên sereke hatin girtin. Rê li ber rewşên nexweşiyan, erebeyên veguhastina xwendekaran û erebeyên xeta Şam-Siwêdayê vekirî ne.

Tevgera gel a Siwêdayê duh (Duşemê) greva giştî ragihandibû û banga tevlêbûnê kiribû. Tevgerê diyar kiribû: "Ev grev li gel hewldana Partiya Baas a vegerandina parêzgehê mîna rewşa berê û li dijî bihabûn û hilweşîna rewşa debarê hatiye lidarxistin.”

Li ser banga tevgerê ya greva giştî, bi dehan şêniyan li ber avahiya Sendîkaya Endazyarên Çandiniyê xwepêşandan li dar xist.

(bb)