Hizbullahê baregeheke Îsraîlê kir hedef
Hizbullahê ragihand ku wê baregeheke leşkerî ya Îsraîlê kiriye hedef. Li başûrê Lubnanê jî şer dewam dike.

Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bi moşekan li baregeha leşkerî ya Îsraîlê ya li rojhilatê bajarê Netanya yê Îsraîlê xistiye.
Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku moşek asteng kirine.
Li gorî tora El Erebiye, li herêma Merkeba ya başûrê Lubnanê şerekî dijwar di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de qewimî. Her wiha diyar kir ku çekdarên Hizbullahê hewldana yekîneyên artêşa Îsraîlê ya ketina nava herêma Lebûna û Xel Tifah û hin deverên din têk biriye.
(bb)