Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê

Ji ber hişkesalî û guherîna avhewayê cotkarên Şedadê rûbirûyî zehmetiyên mezin in. Vê yekê zirareke mezin da berhemên bejî, lê bi saya bikaranîna bîran û enerjiya tavê berhemên avê hilberîneke navîn pêk tînin.

Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
Hişkesaliya Şedadê metirsiyê dide çandiniyê
20 adar, 2025   06:17
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Cotkarên bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê ji ber hişkesaliyê, guherîna hewayê û kêmbûna rêjeya baranê rûbirûyî gelek zehmetiyan in û ev jî bandorê li hilberîna berhemên bejî û avî dike.

Digel ku çandiniya avî bi saya karanîna bîr û enerjiya tavê hilberîneke navîn pêk tîne, lê çandiniya bejî zirareke mezin dide cotkaran û hişt ku ew berhemên xwe bi bihayeke pir erzan bifiroşin.

Li Şedadê çandiniya bejî, bi awayekî sereke xwe dispêre baranê. Lê ji ber kêmbûna rêjeya baranê ya îsal, rûberên berfireh ji berheman wekî ceh telef bûn û cotkaran nêzî ji sedî 70 zirarê dîtin.

Cotkar Beşar El Hemed ji ajansa me re diyar kir ku krîzeke rastîn li pêşiya wan heye, zeviyên çandiniyê zuha mane û berhem jî baş negihane û got: “Em neçar man ku em ceh ji bo pez bifiroşin. Em her donimek bi 20 – 400 hezar lîreyan difiroşin. Ev jî hema hema beşekê ji zirarê me kêm dike.”

Cotkar Mihemednûr Seîd destnîşan kir ku kêmbûna baranê bandoreke mezin li hilberîna ceh kir û rewşa cotkaran zehmet kir û got: "Ji bo debarê, bi awayekî sereke em xwe dispêrin çandina van berheman."

ÇANDINIYA AVÎ.. ZEHMETIYÊN JI BER ZÊDEBÛNA LÊÇÛNÊ

Tevî zehmetiyên di çandiniya bejî de, lê belê çandiniya avî heta astekê encamên baştir tîne, bi taybetî çandiniya genim.

Beşar El Hemed diyar kir ku ji bo avdanê ew xwe dispêrin ava bîran û enerjiya tavê û vê jî hişt hilberîn baştir bibe. Lê belê zêdebûna lêçûna pêxistina bîran û bihabûna pêdiviyên çandiniyê jî ji cotkaran re dibin astengî.

El Hemed wiha domand: “Em hêvîdar in ku berhema genimê avî, li gorî mewsimên berê, encamên baş bîne. Lê belê pirsgirêka mezin di bihabûna sotemeniyê û kelûpelên tûrbînên avê de ye.”

DAXWAZÊN COTKARAN: PIŞTGIRÎ Û BIRYARÊN LEZGÎN

Hemwextî rewşa heyî cotkaran bang li Rêveberiya Xweser û rêxistinên çandiniyê kir ku bi awayekî lezgîn destekê bidin çandiniyê nexasim ku sotemeniyê peyda bikin, pirsgirêkên avê çareser bikin û nirxên berheman baş bikin.

PÊŞEROJA ÇANDINIYA ŞEDADÊ

Tevî rewşa zehmet, lê dîsa jî cotkar bi hêvî ne ku berhem baştir be, lê şert e ku tedbîrên baş werin girtin.

(mh/fr)

ANHA