Hisên El Osman: Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye

Hisên El Osman destnîşan kir ku xwepêşandanên sala 2011`an ji bo gelê Sûriyeyê veguhertineke dîrokî bû lê di encama destwerdanên derve de ji rêya xwe derket û bû alozî. El Osman diyar got Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye ji bo ku alozî bi dawî bibe.

Hisên El Osman: Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye
15 adar, 2024   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman diyar kir ku sala 2011`an, sala guhertina dîrokî li Sûriyeyê bû û got: "Di wê salê de, xwepêşandanên mezin ji aliyê pêkhateyên Sûriyeyê ve lidar ketin û banga guhertinê, edaletê, wekheviyê û azadiyê kirin."

El Osman wiha domand: "Em hêvî dikin ku ev şoreş bi gihêje çareseriyeke rastîn ji aloziyê re ku di encama derxistina şoreşê ji rêya wê ya rast de ji aliyê hêzên derve ve, çêbû."

Her wiha El Osman da zanîn gelek aliyan hewl dan şoreşê ji sloganên wê yên bingehîn dûr bixin ku sûriyeyî li ser li hev dikin û bi rastî di armanca xwe de bi ser ketin, şoreş bi çek kirin û ji ber wê, alozî kûrtir bû û komên tundraw rol tê de lîst.

‘BINGEHA ÎNSIYATÎFA RÊVEBERIYA XWESER PARASTINA YEKITIYA SÛRIYEYÊ YE’

Hisên El Osman diyar kir ku berdewamkirina aloziyê heta niha, ji ber ku niyateke rastîn a civata navneteweyî tune ye ku aloziyê çareser bike û wiha domand: "Ji ber wê Rêveberiya Xweser li ser bingeha parastina yekitiya Sûriyeyê û pêkahteyên wê, îsniyatîfek ragihand."

El Osman ev li gotinên xwe zêde kir: "Bi rêya însiyatîfê re, me peyamek da her kesî bi taybet aliyên Sûriyeyê ku bi çareseriya siyasî bawer dikin, em ji çareseriyê, hevdîtin û diyaloga li ser bingeha serdestiya Sûriyeyê û yekitiya wê û pêkhateyên wê re, amade ne."

El Soman da zanîn ku îsniyatîf, nexşerêya çareserkirina aloziyê ye û Rêveberiya Xweser hewl dide bi tevahî rêbazan bi sûriyeyiyên ku bi demokrasiyê û pirengiyên bawer dikin re, diyalogê bike ji bo ku ev alozî bi dawî bibe.  

‘GIRÊDANA BI DERVE LI PÊŞIYA DIYALOGÊ KELEM E’

El Osman bang li tevahî aliyên Sûriyeyê kir ku rewşa siyasî ya rasteqîn li Sûriyeyê baş binirxînin û got: "Em baş fêm dikin ku gelek alî nikarin gaveke ber bi diyalogê ve biavêjin, ji berk u girêdayî gelek dewletan e û biryar ne di destê wan de ye."

El Osman îşrat pê kir heke ev alî ji wan girêdanan xilas bibin wê demê sûriyeyî dikarin li masaya diyalogê rûnin û çareseriyeke siyasî ya adil ji aloziyê re bibînin.

‘RÊVEBERIYA XWESER AMADE YE BI TEVAHÎ ALIYÊN SÛRIYEYÎ RE DIYALOGÊ BIKE’

El Osman bang li sûriyeyiyan kir ku însiyatîfa Rêveberiya Xweser baş binirxînin û rastiya wê fêm bikin û got: "Em amade ne diyalogê bi tevahî aliyên Sûriyeyê re bikin ji bo ku ji vê aloziyê xilas bibin."

El Osman anî ziman ku ji zêdetirî 10 salan ve, gelê Sûriyeyê di nava rewşeke aborî, civakî ya xirab de ye û şer berdewam e û wiha axivî: "Em ji gelê Sûriyeyê re dibêjin, fedakariyên wan wê di dîrokê de bi ava zêr bê nivîsandin."

El Soman bang li aliyên Sûriyeyê kir ku bi hev re kar bikin ji bo ku vê aloziyê bi dawî bikin û çareseriyeke giştî peyda bikin.

(şx)

ANHA