Hilbijartinên serokatiyê ya Îranê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî têkildarî kar û barên Îsranê û rewşa li Refehê nûçe parve kirin.

Hilbijartinên serokatiyê ya Îranê rojeva rojnameyên erebî ne
31 gulan, 2024   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernav `Xamînaî din ji bo serokatiya îranê li tundrawekî û dilsozekî xurt digere` balkişand ser hilbijaritinên serokatiyê yên Îranê.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da şîroveya analîzvanekî îranî ku îhtimal heye serokê bê, tundrawtir be, bi awayekî zêde dilsozê Xamînaî be, endamekî berê yê Pasdarên Îranê be, kesayetekî bêkêmasî û bê hevrikiya siyasî be.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji 3 çavkaniyên ku haya wan ji fikirandina saziya desthilatdar a Îranê heye wergirtine, diyar kir ku li ser mijara taybetmendiyên rêbazên danûstandina bi hevrikiya serokatiyê re, nîqaş haitne kirin û divê serokek bê hilbijartin ku bi awayekî zêde dilsozê Xamînaî be.

Li gorî rojnameyê, ji ber zehmetiyên aborî, qeydên civakî û siyasî ku di encamê de bi kuştina jina kurd Jîna Emînî sala 2020`an re xwepêşandan dest pê kirin, rêjeya dengdayînê kêm e.

Rojnameyê di nûçeya xwe de axaftina hin analîzvanan parve kir ku bicihkirina namzetên nerm di lîsteya hilbijartinê de, dibe ku wesîleyek ji bo ku bala hilbijêran bikişîne da ku rêjeya dengdayînê jî zêde bikin.

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Filistîn êde nûçeyek parve kir. rojnameyê diyar kir ku Îsraîlê eniya Philadelphia bi temamî kontrol kir bi hiceta ku dixwaze dest deyne ser "boriya oksîjenê" ya Hemas û tunelên li ser sînor birûxîne. Lê xuyaye mijar ne bi vê hêsanbûnê ye lê belê girêdayî hesabên din e herî zêde yên ewlehiyê ne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Îsarîl, herêmê radestî tu aliyekê nake, lê belê dixwaze "lîwaya herêma Philadelphia" ava bike ji bo ku vê deverê û deriyê Refehê birêve bibe. Li gorî rojnameyê ev plan dê hêsan bûya, lê belê Misir vê rewşê tu carî qebûl nake.

Rojnameyê agahiyên xwe spart çavkaniyên îsraîlî û malpera "Why Net" a Îsraîlê ku rayedarên îsraîlî pêşniyar kirine, vê deverê niha birêve bibin, tunel û malên ku guman hene tunel di bin wan de ne, biruxînin û dûre kontrol bikin.

Rojnameyê diyar kir ku rayedarên îsraîlî baş tê gihiştine girîngiya vê yekê ku pê dikarin di lihevkirina dîlgirtiyan de fişarê li Hemasê bikin û misiriyan teşwîq bikin ku bi awayekî çalaktir bi mijarê re mijul bibe, mînak avakrina benekê bin erdê û bendeke leşkerî ya hevbeş.

)şx)