Sozdar Avesta: Tevlîbûna jinê ya nava refên gerîla şoreşa di nava şoreşê de ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bal kişand li ser xwe parastinê û wiha got: “Di nava civakê de herî zêde pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye.”

Sozdar Avesta: Tevlîbûna jinê ya nava refên gerîla şoreşa di nava şoreşê de ye
31 gulan 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji Jin TV re axivî û bal kişand ser girîngiya xweparastinê ji bo jinan. di şexsê gerîlayên YJA Starê de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê silav kir. berxwedana fedaî û destanî pîroz dikim û bal kişnd li ser mijarên çima jin û gerîla, jin çima tevlî gerîla bû, çima jin û şer, çima jin û artêş rawestiya û ev nirxandin.

'JIN BI EŞQA AZADIYÊ TEVLÎ DIBIN'

"Rahiştina çekê ya jineke Kurd a ciwan nîşan dide ku bi armanca xwe ya azadiyê re dilsoz e. Jin bi eşqa li têkoşîna azadiyê û azadiyê tevlî dibe.

Rastiya jinê divê di tevgera azadiyê û gerîla de bê nirxandin.

Em di dîroka jinê de jî di rastiya Rêbertî de jî şîrove dikin. Di nava tevgera me de em dikarin jinê bi nêzîkatiya Rêber Apo, bi pêwendiya gerîlayên Kurdistanê pênase bikin. Ji destpêka têkoşîna azadiyê ve jin tevlî karên stratejîk bûn. Rêber Apo jin bi vî rengî tevlî têkoşîna azadiyê kir. Jin tevlî damezrandina partiyê bû.

Tevlîbûna jinê ya di nava refên gerîla de şoreşa di nava şoreşê de ye.

Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn jin di nava çar dîwaran de hatiye asêkirin. Pîvanên koletî û feodal li ser malbatê û jinê gelekî bi tundî hatin bicihanîn. Hikumdarî, dîktatorî, sîstemên xwe li ser koletiya jinê ava kirin. Bêguman encamên vê li Kurdistanê hîn bêhtir giran bû. Ya rast derketina serê çiyê ya jinê ya li hemberî van hebûyan, mezinahiya armanca wê nîşan dide.

Her wiha lêgerîna jinê ya li xwe jî heye, lê belê di heman demê de ji bo hesabê wê yekê bipirse ku dewleta mêr, sîstema baviksalar, wê weke mirov nahesibîne, berê xwe da çiyê. Got, 'Ez jî di nava heman têkoşînê de heme, ez ê hebim'.

Jin zêdeyî 40 sal in ber bi çiyayên Kurdistanê ve diherike. Derketina destpêkê ya jinê tevlîbûna jinê li nava refên têkoşîna azadiyê ye. Ne tenê ji bo şerkirinê derket serê çiyê. Ji bo hesab ji her beşê bipirse, ji bo azadiyê rahişt çekê.

Beriya me jî jin tevlî nava refên gerîla bûbûn, têkoşîna azadiyê meşandibûn. Lê belê gerîlatiya li Kurdistanê gelekî cuda ye. Ji ber ku li gel azadkirina welatê xwe, kesayetiya xwe, hêza xwe, xwe keşif dike, dijminê xwe nas dike, lîstikên civakê yên li ser civakê fêhm dike. Ev yek di heman demê de tê wateya gerîlatiya azadiyê.

DIVÊ JIN ARTÊŞBÛNA XWE YA XXWESER AVA BIKE

Cudahiya artêşa jinê ya li nava me ji rêxistinên din ên têkoşîna neteweyî dimeşînin ew e ku xwedî rêxistiniyeke xweser e. Eger jin xwe bi rengekî xweser bi rêxistin neke, artêşa xwe ava neke wê di nava sîstema heyî de bibe alîkar, mêvan. Ev yek jî wê li pêşiya serketina armanca têkoşîna azadiyê ya jinê bibe asteng.

Tevlîbûna jinê li nava refên gerîla hêsan nebû. Fermandarên gerîla destpêkê weke xwişkên xwe, weke biraziyên xwe nêzî jinan dibûn. Jin biçûk didîtin, li eniyên pişt dihiştin.

Lê belê nêzîkatiya Rêbertî ya li gerîla û jinê ev nêzîkatiyên şaş hemû sererast kir. Jin jî bi vî rengî sererast bû. Jinan di nava gerîla de pişta xwe spartin hêza Rêbertî.

Mînak hevalên Besê Anûş, Sûltan Yavûz, Rahîme Kahraman ên salên destpêkê tevlî nava refên gerîla bûn, di nava yekîneyan de yek bi yek diman. Van hevalên jin parastina xwe çawa kirin, di nava şert û mercên çiyê de çawa jiyan, weke jin xweseriya xwe çawa parastin? Ev her hevalên şehîd, her yek ji wan mîna artêşekê bûn.

Dixwazim mînakekê bidim, 1'ê Nîsana 1988'an berxwedana Bagokê heye. Her kes zane, li ser vê berxwedanê stran hatin gotin. Hevala Ayten di nava berxwedana Bagokê de bû. Di nava têkoşînê de hevaleke nû bû, lê belê jiyana wê ya azad û çûyîna wê ya bi ser dijmin ve gelekî cuda bû.

Dikarim bibêjim, hevalên jin ên di dema destpêkê de tevlî nava refên têkoşînê bûn ne tenê ji xwe berpirsyar bûn. Zanîbûn ku dema xwe ispat kirin wê jin hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin. Ji bo vê têkoşiyan.

GAVA DESTPÊKÊ YA JINÊ YA LI NAVA REFÊN GERÎLA GIRÎNG BÛ

Sekn, fedaîtiya gerîla di nava destpêkê de veşartî ye. Ji ber ku gava destpêkê li ser bingeheke ewqasî xurt hate avêtin, gelekî pêşketin afirand. Mînak, gerîlatiya Kurdistanê li cihekî din nîne. Li ser bingeha tevlîbûn, ked û têkoşînê berxwedaneke mezin, şehadet çêbûn.

Şensê herî mezin ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd Rêber Apo ye. Ji bo me jinan jî şensê herî mezin e. Hebûn, fikir û nêrînên Rêber Apo ye. Şensê herî mezin ê li nava PKK'ê jî tevlîbûna jinê ya bi vî rengî ye, nîşandana rûyê azadiyê bi rengê jinê ye.

Em jî nîqaş dikin, têkoşîna jinê lêkolîn dikin. Beriya PKK'ê PDK hebû, temenê PKK û YNK'ê hema bibêje weke hev e. Jinek bi hezkirina welêt tevlî PDK'ê bûn. Baş e, çima jin xurt nebûn? Sedema vê nêzîkatiya pêşengiyê ye. PDK hîn jî ji bo jinê neketiye nava hewldanekê. PDK'ê jin li malê asê kir, li gorî pêwîstiyên xwe da xebitandin. Lê belê PKK ji ber ku derfet ji jinê re nas kir ewqasî bû xwedî îrade.

Rêber Apo bi nirxandinên xwe tevkariyeke mezin kir. Di nava her şert û mercî de hemû derfetên ku pêwîstiya jinê pê hene pêşkêş kir. Mîsyoneke mezin da jinê. Di nava partiyê de kir ku jin xwe bi rengekî xweser bi rêxistin bike. We pirsa, çima artêşa jinê pirsîn. Destpêkê ne jinê ne jî hevalên mêr fêhm kirin. Kêmasî hebûn, nêzîkatiyên şaş ên weke jin nikare li çiyê bimîne, dihate nîşandan.

Xweparastina jinê, parastina civakê gelekî girîng e. Em gerîlatiyê û artêşbûna jinê ne tenê weke parastineke fîzîkî dibînin. Têkoşîna avakirina kesayeta azad û jiyana azad e.

Bêguman her zindî xwedî sîstemeke xweparastinê ye. Di nava civakê de jî yên ku herî zêde pêwîstiya xwe bi xweparastinê heye jin in.

DIVÊ JIN HÎN BÊHTIR TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN

Li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê êrişên îdeolojîk gelekî zêde ne. Kampanyayên reşkirinê têne meşandin. Dixwazin vê hêzê bi rê û rêbazekê tine bikin. Ji ber vê jî dibêjin 'Ne dema gerîlatiyê ye'. Her wiha hêza gerîlatiyê û teknolojiyê didin ber hev. Nêzîkatiyên bi vî rengî hene.

Li bajarên Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê her roj kontra êrişî jinan dikin. Mejiyê AKP'ê gelek caran got, 'Li şûna ku biçe çiyê bila fûhûşê bike', ku bi vî rengî mejiyê xwe nîşan dide. AKP bi vî rengî nêzî jinên Kurd dibe.

Di rewşeke bi vî rengî em nikarin bibêjin ku dema xweparastinê derbas bûye. Lewma divê jin ên ciwan hîn bêhtir tevlî nava refên YJA Starê bibin. Divê em nirxandina 'Yên ku ji me hez dikin bila berê xwe bidin çiyê' ya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Divê jin hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin."