Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist

Tevgera Hîlala Zêrîn, hemwextî nêzbûna pîrozbahiyên Roja Jinan a Cîhanê, kîlba "Jina Sûriyeyê" derxist.

Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist
Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist
Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist
Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist
Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist
Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist
Hîlala Zêrîn klîba "Jina Sûriyeyê" derxist
26 sibat, 2025   17:08
REQA

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a kantona Reqayê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê de klîba "Jina Sûriyeyê" derxist.

Hîlala Zêrîn, qada Jina Azad bi alên rengîn xemiland. Di çalakiyê de bi dehan jinên Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xûd El Îsa axivî û got: "Em ji Qada Jina Azad a Reqayê ku paytexta demokrasiyê dibêjin em ê heta pêkanîna azadî û wekheviyê ji tevahî jinên cîhanê re tê bikoşin."

Xûd wiha domand: "Em îro bi vîn û fikra Rêber Abdullah Ocalan destanên lehengane dinivîsînin. Jin bi saya Rêbertî bûn pêşeng û tê dikoşin."

Çalakî bi pêşandana klîbê bi dawî bû.

Klîb li Kela Caiber ku yek ji şûnwarên dîrokî li kantona Tebqayê ye hat kişandin.

Di xebata çêkirina klîbê de nêzî 30 endamên jin ji komên Palmêra ya Govendê", "Biskên Def" beşdar bûn. Gotin ên helbestvan Emîr El Qewafî û awaz jî ya mûzîkjen Xemîs Tamê ne.

Ev lînka klîbê ye:

https://www.youtube.com/watch?v=zUD0IlIqy38

ANHA