Şandeya Brîtanî bi Daîreya Têkiliyên Derve re civiya

Şandeya Brîtanî bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civiya. Di civînê de girîngiya rola Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê kir.

Şandeya Brîtanî bi Daîreya Têkiliyên Derve re civiya
26 sibat, 2025   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroketiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Fener El Kiêt, duh pêşwaziya şandeyeke payebilind a Brîtanî ya bi serkêşiya Ann Snow ku nûnera taybet bi Sûriyeyê ye, kir.

Di civînê de bi berfirehî pêwistiya xurtkirina diyalog û lihevkirinê di navbera hemû aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li Sûriyeyê, hat nîqaşkirin.

Di civînê de girîngiya rola Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de nexasim piştî zehmetiyên dûrûdirêj ên bi salan, hat teqezkirin.

Her du aliyan girîngî da wê yekê ku tevahî gelê Sûriyeyê û rêveberiya veguhêz a Şamê ji tecrûbe û ezmûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûdê wergirin û diyalogên rastîn werin destpêkirin.

Îlham Ehmed diyar kir ku pêwist e di avakirina hevkariya rasteqîn li Sûriyeya pêşerojê de tu pêkhateyên Sûriyeyê neyên bidûrxistin.

(mh/fr)