Hikumeta veguhêz tev li dan û standinên li Parîsê nabe

Ajansa hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku hikumeta veguhêz dê tev li dan û standinên bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re yên li Parîsê nebe.

Hikumeta veguhêz tev li dan û standinên li Parîsê nabe
9 tebax, 2025   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê SANA’yê li ser zimanê "çavkaniyek fermî ya hikumetê" ragihand ku hikumet dê tev li dan û standinên bi nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re yên li Parîsê nebe.

Der barê sedemên helwesta hikumetê de, çavkaniya fermî îdia kir ku konferansa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye "çarçoveyeke neteweyî ya berfireh temsîl nake" û ew "hewldanek e ji bo navneteweyîkirina kar û barên Sûriyeyê” û got ew konferans ne li gorî peymana 10`ê Adarê ya di navbera hikumetê û fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.

Çavkanî îdia kir ku konferansê "derbeyek li dijî hewldanên dan û standinê" daye û got hikumeta veguhêz dê beşdarî tu civînên ku li Parîsê hatine plankirin nebe.”

Beriya Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku duh li Hesekê li dar ket, der barê hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirina dan û standinên hikumeta veguhêz û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yên li Parîsê, gelek raporên medyayê hatin weşandin, bi taybet piştî serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bo Şamê ku li wir bi Ehmed El Şeri û wezîrê karên derve re civiyabû.

(k)

ANHA