‘Yekitiya xaka Sûriyeyê û nenavendîbûn daxwaza gel e’

Beşdarên Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku encamên konferansê daxwazên wan; yekitiya xaka Sûriyeyê, nenavendîbûn û pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê îfade dikin.

‘Yekitiya xaka Sûriyeyê û nenavendîbûn daxwaza gel e’
9 tebax, 2025   13:30
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Duh (8 Tebax 2025) Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyeke ku siberoja me ava dike" pêk hat. Konferans li bajarê Hesekê bi beşdariya zêdetirî 400 nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, ewlehî, partiyên siyasî, rûspiyên herêmê û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.

Der barê mijarê de beşdarên konferansê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Nûnerê qebîleya Benî Sebia Silêman El Hisên fikarên xwe têkildarî guhertinên ku vê dawiyê li Sûriyeyê çêbûne anîn ziman û got: "Piştî rûxandina rejîmê û derketina hikumeta nû ya veguhêz, nav û têgehên nû yên mezhebperestî, etnîkperestî û olperestî derketin. Ev têgeh dîroka me ya hevbeş îfade nake û ne li gorî yekitiya gelê me ye. Dezgehên çapemeniyê vê dawiyê diyardeyên parçebûnê belge kirin ku di êrişên li ser perava Sûriyeyê û êrişên li dijî Durziyên li Siwêdayê de derketin pêş."

El Hisên anî ziman ku ew eşîr û qebîleyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Konferans Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girîngiyeke mezin da hişyarkirina civakê li ser xurtkirina hevgirtinê, rabûna li hemberî kîndarî û hewldanên nefretê.

El Hisên da zanîn ku gel xwestiye li hemberî komployên ku li ser herêmê têne kirin yek be û wiha dom da axaftina xwe: "Li vir têkiliyên xwişk û biratiyê ya bi hemû mezheb û pêkhateyên wê me tînin gel hev. Em piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan didin ku hêza rasteqîn a parastina herêmê ye.”

Silêman El Hisên bal kişand ser wesîqeya ku di konferansê de hate nîqaşkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Di wesîqeya ku di konferansê de hate nîqaşkirin de, rola mezin a eşîr û qebîleyên erebî hebû ku dê di sepandina ewlehî û istiqrarê, rêgirtina li ber fitne û gotinên kîndariyê û parastina aştiya navxweyî de bi rola xwe rabin."

Berpirsê Partiya Asûr a Demokrat Waîl Mîrza jî bi van gotinan bal kişand girîngiya konferansê û beşdariya Asûriyan: "Tevlêbûna me ya konferansê di demekê de pêk hat ku gotinên kîndariyê zêde dibin. Bi vê tevlêbûnê me xwest piştrast bikin ku em bi pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji salan ve di bin sîwana modelekê de dijîn ku hemûyan hembêz dike. Ev modela ku me bi hev re ava kiriye jî Rêveberiya Xweser e. Em vê modelê wek projeyeke herî guncaw ji Sûriyeya siberojê re dibînin, nemaze piştî bûyerên biêş ên li Siwêda û peravê çêbûn.”

Waîl Mîrza anî ziman ku konferans peyamek ji hundirê Sûriyeyê û dewletên mezin re ye ku Rêveberiya Xweser modela herî baş ji bo siberoja Sûriyeyê ye û mafên hemû pêkhateyan di Sûriyeya demokratîk a pirrengî de mîsoger dike.

Serokê Meclisa Qebîleya El Tey şêx Hesen Ferhan El Tayî jî got Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyameke zelal ji hundirê Sûriyeyê û civaka navneteweyî re û got: "Peyama konferansê ew e; projeya Rêveberiya Xweser û nenavendîbûn dîtineke nîştimanî ye. Ev proje rûmeta welatiyên Sûriyeyê diparêze û herikîna xwînê radiwestîne.”

Hesen Ferhan ji ber bûyerên li peravê û Siwêdayê rû dane mixabiniya xwe anî ziman û wiha domand: "Me ji desthilata Şamê hêvî dikir ku lêpirsîneke cidî der barê van bûyeran de veke û bi berpirsyariyeke nîştimanî tev bigeriya."

Ferhan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rola neyinî ya medyayên ku hewl didin fitneyan di navbra pêkhateyên civakê de derbixe û ev tişt anî ziman: "Li vir her kes bi aqilmendî li hemberî gotinên kîndariyê tev digerin. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî xwişk û bira bi hev re dijîn. Tu ferq û cudahî di navbera pêkhate an jî taîfeyan de tune ne, lew ra sîstema nenavendî daxwaza bingehîn a civakê ye."

Şêx Hesen Ferhan di dawiya axaftina xwe de îşaret bi encamnameya konferansê kir û got: "Konferans bi encamên diyar û zelal bi dawî bû. Encamname daxwazên me, di serî de daxwaza yekitiya xaka Sûriyeyê, nenavendîbûn, pêkanîna peymana 10’ê Adarê û pêkanîna îstiqrarê îfade dike.”

(bb)

ANHA