Li gundewarê Laziqiyê cenazeyek hat dîtin

Li Laziqiyê ciwan berî çend rojan ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû revandin cenazeyê wî hat dîtin. 

Li gundewarê Laziqiyê cenazeyek hat dîtin
26 cotmeh, 2025   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî yên Laziqiyê da zanîn ku cenazeyê ciwanekî ji taxa Remil Cenûbî ya bajarê Laziqiyê ku berî çend rojan ji aliyê çekdarên nenas ve li gundewarê Ceblê hatibû revandin, hat dîtin.

Li gorî agahiyan, şopên êşkenceyê li ser cenazeyê xuya bibûn.

Ev di demekê de ye ku herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di rewşa nearam re derbas dibe ku sûcên kuştin, revandin û êşkenceya ji ber taîfeperestiyê, bê ku hikumeta veguhêz tu bertekan bide, didomin.

(mh)