Hikumeta veguhêz bêyî destûr û qanûneke rewa amadekariya hilbijartinan dike

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi rêya parlamentoya şeklî hewl dide desthilata xwe xurt bike. Ehmed El Şeri ji sêyan yekê endamên parlamentoyê tayîn dike û yên din jî bi rêya desteyên hilbijêr ku komîteyên nêzî desthilatê ava dikin, tên hilbijartin.

Hikumeta veguhêz bêyî destûr û qanûneke rewa amadekariya hilbijartinan dike
7 tebax, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de hikumeta veguhêz amadekariya hilbijartinên parlamentoyê di navbera 15-20ˊê Îlonê dike, prose di nava zehmetiyên qanûnî, rêxistinî û siyasî yên girîng de ye. Ew yek bandorê li asta temsîlkirina van hilbijartinan li ser gelê Sûriyeyê û xwezaya pêvajoya veguhêz bi tevahî dike.

PERGALA HILBIJARTINÊ YA NEQANDÎ Û TAYÎNKIRINA JI SÊYAN YEKÊ ENDAMAN

Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a parlamentoya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Taha El Ehmed ragihand ku parlamentoya nû dê ji 210 endaman pêk bê. Ehmed El Şeri 70 endaman anku ji sêyan yekê meclisê tayîn dike. Lê 140 endamên din jî bi rêya desteyên hilbijêr tên tayînkirin. Ew yek jî bi rêya komîteyên şaxî û piştre bi rêya van desteyan tên hilbijartin.

El Ehmed diyar kir ku dê ev komîteyên şaxî ji hêla Komîteya Bilind a Hilbijartinan ve werin hilbijartin. El Şeri ev komîteya bilind ji kesên nêzî xwe ava kir û bi biryareke serokatiyê ya di Hezîrana 2025ˊan de ragihand.

Li gorî destûra ku Ehmed El Şeri derxistiye, parlamentoya tayînkirî dikare pêşniyarên qanûnî bike û biguherîne, peymanên navneteweyî îmze bike, budçeya giştî û efûya giştî derxe.

ŞERT Û TEDBÎRÊN TALOQKIRÎ

Tevî ragihandina van gavan jî, lê hîna gelek şert û tedbîrên bingehîn û qanûnî temam nebûne; ji wan jî tedbîra serjmijariya giştî ya berfireh e ku pêwîst e ji bo birêxistinkirina hilbijartinên şefaf bên kirin, nederxistina qanûna ruxsetkirina partiyên siyasî nebûna qanûna hilbijartinan li Sûriyeyê ya ku proseyê bi giştî bi rêxistin dike.

Ev yek, bi xwe re pirsan der barê şefafbûn û asta temsîlkirina parlamentoyê ya ji bo tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de derdixe holê.

Dezgehên çapemeniyê der barê hatina Ehmed El Şeri ya ser desthilatê de bêyî hilbijartinan, rexne kirin. Amadekariyên hilbijartinan û daxuyaniya Ehmed El Şeri ji dezgehên çapemeniyê re dijberî hev in. Ehmed El Şeri gotibû "Dibe ku hilbijartinên li Sûriyeyê 4 salan dom bikin. Her hilbijartinek aştiyane pêdiviya xwe bi serijmariyeke giştî, amadekirin û nivîsandina destûreke nû heye û dibe ku nêzî 3 salan li ber xwe bide."

El Şeri diyar kiribû ku hilbijartinên saxlem pêdiviya xwe bi serjimariyeke berfireh û tam heye. Beriya binesaziyeke guncaw a serjimariya tam û têkilîdanîna qanûnî bi sûriyeyên li derve re pêk neyê, hilbijartin ne pêkan e.

KONTROLKIRINA BIRÊVEBIRINÊ Û GIRÎNGÎDAYÎNA DESTHILATÊ

Danezana Destûrî ya ku ji hêla hikumeta veguhêz ve di Hezîrana 2025ˊan de hatiye derxistinû tê de qonaxa veguhêz bi 5 salan diyar dike, erkên berfireh dide serokê hikumeta veguhêz. Ruxmî di naveroka Danezana Destûrî de hatiye gotin ku desthilat ji hev werin cudakirin, lê erkên bermutleq ji El Şeri re, ji bo avakirian desthilatên Qanûnsaz, Rêveberî û Dozgerî, hatine dayîn.

Çavdêr destnîşan dikin ku tayînkirina ji sêyan yek ji endamên Parlamentoyê ji hêla Ehmed El Şeri ve û avakirina desteyên hilbijêr ji hêla komîteyên şaxî ku ji hêla komîteya hilbijartinan a neqandî ve hegemoniya desthilata rêveber li ser saziyên qanûnsaz xurt dike. Ev yek metirsiyan çêdike ku parlamentoya bê ji desteya qanûnsaz a serbiwe bêhtir şeklî be.

ASTENGIYÊN GIRÊDAYÎ BERFIREHBÛNA ERDNÎGARÎ Û SIYASETÊ

Ev hilbijartin digel kontrolkirina hikumeta veguhêz li ser beşek ji xaka Sûriyeyê dike tê, di heman demê de deverên berfireh li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê, li Siwêda û gundewarê wê li derveyî kontrola wê ne. Li kêlek wê jî herêmên artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kirine hene. Ev pirsan der barê temsîlkirina tevahî Sûriyeyiyan di parlamentoya nû de derdixe.

Ji wê zêdetir jî, peymana 10ˊê Adarê nehatiye pêkanîn û saziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yên de

Ji wê zêdetir jî, peymana ku di 10ˋê Adarê de ya di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, ku bendek jê saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya dewletê de cih bigirin, nehatiye pêkanîn. Ev yek têkildarî beşdarbûna pêkhateyên herêmê di proseya hilbijartinên bê de pirsan derdixin.

BERTEKÊN XWECIH Û NAVNETEWEYÎ

Danezana Destûrî û proseya hilbijartinên li dar bikevin ji hêla rêxistinên hiqûqî û hin pêkhateyên civaka Sûriyeyê ve rastî gelek rexneyan hatin û hişyarî da ku pergala veguhêz hegemoniya xwe xurt dike. Ev yek jî firseta avakirina pergaleke siyasî, demokratîk a rastîn qels dike.

Li beramberê, hikumeta veguhêz îdia dike ku ev hilbijartin "temsîla gaveke bingeh a rêveçûna veguhastina siyasî dike. Armanca wê jinûve avakirina saziyên dewletê û pêkanîna îstîqrarê ye."

Ji salaên 1960ˊî ve Sûriyeyê bi heman hilbijartinên parlamentoyê re rû bi rû ye. Ev yek dijberî destûra Sûriyeyê ye.

Hilbijartinên parlamentoyê yên dawîn li Sûriyeyê çêbûne di 2024ˊan de bûn.

(fr)

ANHA