Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmekê şehîd Ibrahim li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
Şehîd Hewas li Qamişlo hate oxirkirin
6 tebax, 2025   21:08
 QAMIŞLO

Şervanê hêzên komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hecî Debi (Hewas Îbrahîm) ku di 5`ê Tebaxa 2025'an dema li ser karê xwe bû di encama qezayekê de şehîd bû, li pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên sazî, dezgehên Rêvebera Xweser û Yekitiya Îslama Demokratîk amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Cibraîl Mistefa axivî: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin. Em di şexsê şehîd Hewas de hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Divê hemû sazî bi taybet Saziya Malbatên Şehîdan ji berê bêtir kar bikin da ku xwîna şehîdan li erdê nemîne û heya ku em dikarin em ê li ber xwe bidin.”

Mistefa wiha domand: “Heya ku em dikarin em ê hêza xwe xurttir bikin û li hember dijmin bisekinin. Tiştê ku ji me tê xwestin em xwedî li xwîna tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê derkevin. Dijmin hertim dixwaze di riya şerê taybet re îradeya me bişkîne lê em ê li ber xwe bidin û tu carî em bi paşde venagerin."

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî wiha axivî: "Bi şehadeta şehîd Hewas em hemû şehîdên çar parçeyên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.”

Sofî wiha berdewam kir: “Bila tevahî dunya zanibe ku em amade ne li hember her tiştî da ku axa bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin û em ê li ber xwe bidin.”

Di dawiyê de jî Sofî sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest.

Hevserokê Meclisa Yekîtiya Îslama Demokratîk a Kantona Cizîrê Mele Silêman Elî axivî û got: "Ez sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim û em îro bi giştî li vir kom bûne da ku em wî bi çûyîna rokê re bin ax bikin û êdî ew jî wê bikeve nav refên şehîdên azadiyê."

Elî wiha gotina xwe bi dawî kir: “Wê berbanga azadiyê bi xwîna wî û xwîna şehîdan bibiriqe."

Pişî axaftinê wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Dûre cenazeya şehîd bi dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.

Konê sersaxiyê sibe saet di 06:30`an de li pêşiya mala şehîd a li taxa Cûdî wê were vedan.

(ekîb)

ANHA