Hikumeta Şamê bihayê xizmetên telefon û internetê bilind kirin

Hikumeta Şamê bihayê telefona malan û internetê bi rêjeya ji sedî 30 heta 35ˊan bilind kirin.

Hikumeta Şamê bihayê xizmetên telefon û internetê bilind kirin
28 tebax, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Giştî ya Peywendî û Berîd a hikumeta Şamê bihayê xizmetên telefona malan û internetê bi rêjeya ji sedî 30 heta 35 bilind kirin.

Desteyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bihayê nû di 1'ê Îlonê de dikevin pratîkê.

Di daxuyaniyê de tu sedem ji bo vê biryarê nehatin diyarkirin nexasim ku rewşa jiyanî ya welatiyan her diçe dijwartir dibe.

Li hemberî vê biryarê bertekên nerazîbûnê bi awayekî berfireh ji aliyê welatiyan ve hatin nîşandan.

Welatiya bi nave Mîral Amir parve kir û got: "Jinûve tamîrkirinê dixwazin ji berîka welatiyan bikin. Her wezaretek bi vê rengî mala welatiyan xerab dike. Di encamê de netamîrkirin ne jî destkeftî hene. Pere jî dikevin berîka rêxistinbûyîna gendeliyê."

Tariq Ebû El Xeteb jî parve kir: "Gelo hûn ê kengî mûçeya karmendan zêde bikin, da ku bijîn."

(mh)