2 Welatiyên Urdunî li Sûriyeyê winda bûn

Wezareta Karên Derve û Karûbarên Penaberan a Urdunê ragihand ku wê der barê windabûna 2 welatiyên xwe li Sûriyeyê de, dest bi lêpirsînan kiriye.

2 Welatiyên Urdunî li Sûriyeyê winda bûn
28 tebax, 2024   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh ve têkilî bi ajokarên erebeyên rêwîtiyan Mahir El Sofî û Mihemed Ewêda re qut bûye. 

Ajansa Petra ya Urdunê da zanîn ku Grînendetiya Karûbarên Konsulxaneyê ya Wezareta Karên Derve û Karûbarên Penaberan a Urdunê ragihand ku ew agahiyên ku der barê windabûna herdu welatiyan de dişopîne.

Gerînendeyê Gerînendetiya Xebat û Karûbarên Konsulxaneyê Sufyan El Qudat destnîşan kir ku wezaretê bi rêya Gerînendetiya Xebat û Karûbarên Konsulxaneyê û balyozxaneya Urdunê li Şamê bi desthilatên Sûriyeyê re xebatên lêgerîna li welatiyên xwe li ser xaka Sûriyeyê dewam dikin.

(mh)