Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî teqînê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku erebeya ku li Qamişloyê teqiye, ji ber çandina mayînekê li hundirê erebeyê de bû.

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniya têkildarî teqînê
28 tebax, 2024   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî teqîna erebeyekê û şehîdbûna 2 welatiyan li Qamişloyê de daxuyaniyek da.

"Di 28ˊê Tebaxê de, saet 1ˊê danê nîvro, li Qamişloyê teqînek çêbû. Erebeyek ji cureya Hyundai (Van) li hember Navenda Postê ya taxa Enteriyê teqiya. Di encamê de, jinek û kurê wê ve şehîd bûn.

Li gorî lêpirsînên destpêkê ku tîmên me yên pispor pêk anîne, sedema teqînê ew e ku mayînek li hundirê erebeyê de hatibû çandin. Her wiha hêzên me dest bi lêpirsînên fireh ji bo aşkerakirina teqînê kirin.

Em bang li şêniyan dikin çi tevgerên bigûman hebin ku armancên derxistina tevliheviya ewlehî û bêîstîqrariyê ye agahiyê li ser vê nimreyê bidin; 0995472978.

Parastina ewlehiyê berpirsiyariya me ya hevbeş û hevkariya we bi me re rêbaza geşkirina ewlehiyê li bajar û herêmên me ne."

(fr)