Hikumeta Brîtanyayê: Tu planek ji bo serdana El Şerî ya li Brîtanyayê nîn e

Hikumeta Brîtanyayê diyar kir ku Ehmed El Şerî ji bo serdana Londonê nehatiye vexwendin, her wiha piştrast kir ku tu planeke fermî ji bo vê yekê tune ye.

Hikumeta Brîtanyayê: Tu planek ji bo serdana El Şerî ya li Brîtanyayê nîn e
21 gulan, 2025   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Brîtanyayê nûçeyên ku li ser medyaya dîjîtal belav bûne ku London Ehmed El Şerî ji bo serdananê vexwendiye, derewandin û piştrast kir ku tu planên niha ji bo vê yekê tune ne.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ji Reutersê re got: "Berevajî tiştên ku li ser torên medyayê hatine belavkirin, niha tu planeke fermî ji bo serdana serokê Sûriyeyê ya li Brîtanyayê nîn e.”

Li ser X`ê hatibû belavkirin ku serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, El Şarî vexwendiye ku serdana Londonê bike.