‘Em ji ber êrişên dagirkeriyê gundê xwe terk nakin’

Şêniyên gundê Sêlim diyar kirin ku dewlet Tirk a dagirker çiqasî êrişî wan bikin ew tu carî ji ber êrişan gundê xwe terk nakin.

‘Em ji ber êrişên dagirkeriyê gundê xwe terk nakin’
21 gulan, 2025   14:24
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker du mehin zêdetire êrişên xwe li ser gundê Sêlim zêdetir kiriye. beriya çend rojan Leşkerên dewleta Tirk 2 zarokên kurapên hev dema li gundê Selîm ê li nêzî sînorê Bakûrê Kurdistanê pezê xwe di çêrandin, gulebaran kiribûn. 

Şêniyên Gundê Sêlim ê girêdayî bajarê Kobanê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji ANHA’ê re axivîn û diyar kirin ku ew ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarin berhemên xwe berhev bikin.

Dayîka bi navê Cemîle Bozî ya ji gundê Sêlim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayî êrişî gund dikin, armanc ji van êrişên ji bo ku tirsê têxin dilê gel û wan bidin koçberkirin û ev tişt anî ser ziman: "Beriya çend rojan du zerokê ji gund çûbûn ber pezê xwe ji bo ku pezê xwe biçîrînin, lê dewleta Tirk a dagirker fîşeng avitibûn her du zarokan lê li zarokan neketibûn, lê ew fîşeng li pez ket û pez mir."

EM TU CARÎ JI BER ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ GUNDÊ XWE TERK NAKIN

Cemîle anî ziman ku di navbera mala wan û sînorê Tirkiyê de 20 mître ye û got: "Em nikarin tu carî bin ji ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê ve, ew her tim bi çîkên giran û fîşengan êrişî gund dikin. Tevî ku ew êrişî me dikin, em tu carî ji mal û gundê xwe dernakevin, heta ku dilopek xwîn di canê me de hebê. Em tu carî ji ber êrişên dagirkeriyê dungê xwe terk nakin."

Zerokê bi navê û Diyar Remedan ku ew her du zarokên apê hevin ew li ber pezê xwe bûn dewleta Tirk a dagirker fîşeng avitibûn wan.

Mihemed Remedan wiha qala çîroka xwe wiha vegot: "Ez û kurê apê xwe di danê nîvro de, me pezê xwe ber biçêrînin. Dema ku me pezê xwe diçêrand, leşkerên dewlet Tirk fîşeng avêtin me. Dema ku fîşeng avêtin me, me xwe kir kortê ji bo ku fîşeng li me nekeve, lê fîşeng li me neket li pezê me ket û pezê me hat kuştin. Ne tenê fîşengek davêtin me pir fîşeng avêtin me, ji ber fîşengên pir dûman ji erdê radibû."

ERD Û MILKÊ ME YE

Mihemed anî ziman ku armanc ji vê yekê da ku tirsê têxin dilê her kesê ji bo gel ji gundê xwe derketin û got: "Em tu carî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker natirsin, emê li ber xwe bidin heta kêliya jiyana xwe ya dawiyê. Em erdê me ye û milkê me ye, em ji gundê xwe dernaketin."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dewlet Tirk a dagirker ne tenê êrişî gundê Sêlim dike. Tevahî gundê li ser sînor hedef digire. Gel nikarin biçin nav erdên xwe yên ber sînor da ku zevî û dayên xwe bi av bidin û xizmetê bikin. Her wiha duh êrişî gundê Kor Elî yê rojavayê bajarê Kobanê kiribû, fîşîng avêtibûn jênetoreke welatiyan di encamê de gelek zirar gihiştibûn jenatorê.

ANHA