Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên 6 şehîdan

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbatên 6 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re ku di cih û demên cuda de şehîd bûne, xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

21 gulan, 2025   15:13
REQA

Şervanê QSD`ê Îyad Ebdulmutî Tehîş di 28’ê Mijdarê de li kantona Minbicê, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Suheyb Ehmed di 6’ê Kanûna 2024’an de li kantona Minbicê, Mihemed Ehmed Berazî di 8’ê Kanûnê û Welîd Şihada El Elo 6`ê Kanûnê û şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê Silêman Ebdulezîz El Hesûn 7’ê Kanûnê û Îmran Mihemed El Qasim jî di 9’ê Kanûnê de şehîd bûbûn.

Ji bo sersaxiyê bidin malbatên 6 şehîdan, îro şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û malbatên şehîdan çûn konê sersaxiyê ku li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hatibû vedan.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Itab El Dayîf axaftinek kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Itab her wiha got, "Xwedê li erd û ezmanan rumet daye şehîdan. Îro em ji hemû cîhanê re îsbat dikin ku doza me heye, ev der axa me û warê me ye. "

Endamê Meclisa Rûspiyan Ebdulxefûr El Şêx sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, "Em xwediyê ax û maf in û îro em li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, ku bi hemû pêkhateyên xwe ewlekarî û aramiya me diparêzin. "

Her wiha got: "Em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan bin heta ku serkeftin bidest bixin û hemû axa me ya dagîrkirî were rizgarkirin. "

Hevseroka Meclisa Bajarê Reqayê Heyfa Muslim jî got: "Şehîd sembola fedekarî û rizgariyê ne, hêza îrade û berxwedana li hemberî neheqiyê ne. Canê xwe ji bo armancên hêja, jib o azadiya welat û mafên mirovan feda kirine. "

Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.

(k)