Hijmara qurbaniyên teqîna li Humsê zêde bû

Hijmara kesên ku di encama teqîna li Mizgefta Imam Elî Bin Ebî Talib ya li taxa Til El Deheb a Humsê de hatine kuştin bû 8 kes, 18 kes jî birîndar bûn.

Hijmara qurbaniyên teqîna li Humsê zêde bû
26 kanûn, 2025   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Wezareta Tendurisityê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, hijmara kesên ku di encama teqîna li Mizgefta Imam Elî Bin Ebî Talib ya li daxa Til El Deheb a Humsê de hatine kuştin bû 8 kes, 18 kes jî birîndar bûn.

Guman hene ku teqîn di encama êrişeke xwekuj de pêk hatiye. hin çavkaniyan jî ragihandin ku çenteyekî bombekirî li mizgeftê teqiya.

(k)