Yekitiya Bijîşkên Diranan li Hesekê kongreya li dar xist

Yekitiya Bijîşkên Diranan li Hesekê kongreya xwe li dar xist û mecliseke nû bo rêveberiya yekitiyê hilbijart.

26 kanûn, 2025   18:32
HESEKÊ

Yekitiya Bijîkên Diranan li Hesekê, Kongreya xwe ya sêyemîn bi dirûşmeya "Bijîşkî Pabendiyeke Exlaqî û Berpirsiyariyeke Civakî  ye ji bo Avakirina Civaka Azad a Demokratîk" lidar xist.

Kongre li Hola Mişwar ya bajarêr pêk hat û zêdetirî 60 bijîşkên diranan ji Hesekê û bajarokên derdora wê beşdar bûn.

Kogre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka yektiyê, Hela Remadan, axivî û diyar kir ku bijîşkiya diranan ne tenê zanistek e ku were pêkanîn, lê erkekî mirovî ye li ser bingeha rêzgirtina rûmeta mirovan, parastina mafê tenduristiyê û pabendbûna bi nirxên herî bilind ên mirovî û pîşeyî ye.

Şêwirmenda Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk, Fîdan Sîdo li ser rewşa siyasî ya herêmê axivî û hêviya xwe anî ziman ku sala nû dê bibe sala aştiyê li herêmê û tevahî Sûriyan.

Ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Ebdilselam Mehmûd jî di kongreyê de axifî û lidarxistina Sêyemîn Kongreya Yekitiya Bijîşkên Diranan li beşdaran pîroz kir.

Mehmûd wiha got, "Ev kongre giyanê berpirsiyariyê û çalakiya kolektîf temsîl dike," û gotina rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist: "Civakek ku xwedî pergalek tenduristiyê ya exlaqî û demokratîk nebe nikare azadî û rûmeta xwe biparêze."

Piştî axaftinan, dîwana kongreyê hat hilbijartin û rêzikname û rapora karên salane yê yekitiyê hatin xwendin û gotûbêjkirin.

Di rapora salane de mijarên dayîna destûrên kar, şopandina rewşa klînîkan û belgekirina wan, her wiha çalakiyên yekitiyê û dayîna kartên endametiyê ji bo bijîşkan,  hatin nirxandin.

Piştî gotûbêjan rêziknameya yekitiyê hat erê kirin û meclisa nû ji 7 endaman hat hilbijratin. Her wiha ji nav meclisê Hela Remedan û Azad Zavê wek hevserok û Heval Emînakê wek cîgirê hevserokatiyê hatin hilbijartin.

(k)