Hêzên Ukraynayê ji herêma Kurskê vekişiyan

Rojnameya New York Times ragihand ku hêzên Ukraynayê piştî 7 mehan ji herêma Kurskê ya Rûsyayê vekişiyane.

Hêzên Ukraynayê ji herêma Kurskê vekişiyan
17 adar, 2025   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya New York Times duh ragihandibû ku hêzên Ukraynayê ji herêma Kurskê ya Rûsyayê ku 7 meh berê derbasî nava wê bûbûn, vekişiyane.

Rayedarên Rûs piştrast kir ku hêzên wan li herêmê şerekî diyarker kiriye. Di heman demê de serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky biryar da ku serfermandarê artêşê ji kar dûr bixe.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di hefteya borî de gotibû “Rehmê li hêzên dorpêçkirî yên Ukraynayê bikin."

(bb)