Meclisa Demokratîk a Dêrazorê: Divê destûr mafên hemû pêkhateyan biparêze

Meclisa Demokratîk a Gelan diyar kir ku destûra ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, rêzê li pirrengî û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê nagire û diyar kir ku "Divê destûr ji her kesî re adil be."

Meclisa Demokratîk a Dêrazorê: Divê destûr mafên hemû pêkhateyan biparêze
17 adar, 2025   14:14
DÊRAZOR

Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Dêrazorê têkildarî danezana desûrî ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya civînan a Meclisa Rêveber a li herêma Meamil ve hat dayîn.

Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Dêrazorê Fayîz El Bek daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "60 sal di ser zilm û zordariya li Sûriyeyê re derbas bûn, ji bo jiyaneke birûmet êdî guhertinên bingehên pêwîst in."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku destûr mîsogeriya parastina mafan e û ev bang kir: "Divê destûr taybetmendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di rêya azadî û demokrasiyê de zêdetirî 14 hezar şehîd dane, li ber çavan bigire."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, divê destûra nû ji bo her kesî adilane be, divê tu pêkhate neyên paşguhkirin û hate diyarkirin ku serxistina şoreşê divê mafên hemû sûriyeyiyan biparêze, jiyaneke azad û birûmet û wekhev ji her kesî re dabîn bike.

(bb)

ANHA