Hêzên Şamê dorpêça li ser Derayê dewam dikin

Hêzên hikumeta Şamê dorpêça li ser bajarê Casim ê Derayê dewam dikin. Ew yek jî piştî binketina dan û standina navbera wan û çekdaran de li ser paşxaneya hedefgirtina erebeyeke leşkerî ya Rûsyayê, pêk hat.

Hêzên Şamê dorpêça li ser Derayê dewam dikin
16 kanûn, 2023   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bû 2 roj e bajarê Casim ê li bakurê Derayê xistiye dorpêçê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê şert danî ku endamên wan ên li hundirî navenda çandê ya li bajarê hatine dorpêçkirin, werin berdan.

Hêzên hikumeta Şamê tevahî rêyên ber bi bajêr ve girtin, nahêlin xudermenî û rewşên tibî ji bo dermankirina li nexweşxaneyên Şamê, derbas bin. Li kêlek wê jî nahêlin xwendekar biçin zanîngehên xwe û nahêlin karmend jî biçin ser karê xwe yên di saziyên hikumetê de. Li ser bajêr jî balafirên keşfê digerin.

(fr)