QSD′ê nasnameyên 4 şervanan aşkera kirin

QSD′ê nasnameyên 4 şervanên dema li ser erkên xwe yên leşkerî şehîb bûn, aşkera kirin.

QSD′ê nasnameyên 4 şervanan aşkera kirin
16 kanûn, 2023   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şerfvanên xwe aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Rejîma Sûriyeyê bi rêya çeteyên xwe hewl dide aramî û îstîqrara li herêmên me bi kar bîne bi taybet li Dêrazorê. Bi wê yekê helw didin bikevin Dêrazorê û sûcan li dijî hêzên me pêk bînin û ewlehî û îstîqrara herêmê derbe bikin.

Dema bersivdana hewldana ketina wan 3 şervanên me, piştî hejmara ji wan kuşt û birîndar kirine û hin neçar kir birevin, şehîd bûn. Navên wan wiha ne; Mihemed El Bedewî/Deham Fewaz El Himêdan, Osman /Muwefeq Xalid El Dirês, Ela Tebqa/Heykel Ehemd El Hemadî. Hevrêyê me Egîd Serêkaniyê/Ebdulcelîl Ebdulmuteleb El Mehemed El Îsa li bajarokê Zirganê di qezayekê de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan re dixwazin û soz didin wan ku hêviyên wan ên welatekî ewle û aştiyane pêk bînin.

Agahiyên berfireh ên şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Mihemed El Bedewî

Nav û paşnav: Deham Fewaz El Himêdan.

Navê dayikê: Mensiye

Navê bav: Fewaz

Cih û dîroka jidayikbûnê: Humis-El Sebîl/2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn-Şeife-15.12.2023.

Navê tevgerî: Egîd Serêkaniyê

Nav û paşnav: Ebdulcelî Ebdulmutelib El Mihemed El Îsa

Navê dayikê: Neîme

Navê bav: Ebdulmutelib

Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê/2001

Cih û dîroka şehadetê: Zirgan-12-12.2023.

 

Navê tevgerî: Osman

Nav û paşnav: Muwefeq Xalid El Dirês

Navê dayikê: Fehîde

Navê bav: Xalid

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hema-Hesiye/1999

Cih û dîroka şehadetê: Hecîn-Şeife-15.12.2023.

Navê tevgerî: Ela Tebqa

Nav û paşnav: Heykel Ehmed El Hemadî

Navê dayikê: Foza

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hema-Siwêtêra/1996‎

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Hecîn-Şeife-15.12.2023."