Hêzên Rûsyayê 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin

Hêzên Rûsyayê ragihand ku wan bajarokê Visok ê li Sumyê û Svetly ê li Donetskê yên li bakurê rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

Hêzên Rûsyayê 2 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin
20 kanûn, 2025   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Visok ê li herêma Sumy ya li bakurê rojhilatê Ukraynayê û bajarokê Svetly ê li Donetskê bi dest xistine.

Wezaretê bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye, daxuyand ku "yekîneyên komên bakur, navîn û başûrê Rûsyayê bajarokên hedefkirî rizgar kirin û hêzên Ukraynayê kontrol kirin, windahiyên mirovî û madî gihandin bi sedan leşker û alavên şer û obîsan. Her wiha stasyona şerê elektronîk û embarên cebilxaneyan rûxandin.”

(b)