Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Şervanê QSD’ê Egîd Tolhildan bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.

Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Şehîd Egîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
20 kanûn, 2025   14:17
QAMIŞLO

Şervanê QSD’ê Egîd Tolhildan (Silêman Îbrahîm) ê ku 8’ê Kanûnê (2025) şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê hat oxirkirin. Bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Çawîş axivî û anî ziman ku parastina destkeftiyên şoreşê erkeke dikeve ser milê her kesî.

Sûadê banga şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan kir û got xwedîderketina li xeta şehîdan mîsogeriya bidestxistina azadî û parastina rûmetê ye.

Endamê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Ebdulselam Mihemed jî axivî û ev tişt anî ser ziman: "Şehîd meşaleya ku rêya me ronî dikin. Kombûna me li vir a oxirkirina îfadeya serfiraziya bi fedakariyên şehîdan e.”

Ebduselam Mihemed diyar kir ku giyanê şehîd wê di wijdanê civakê de zindî bimîne û dê civakê bi erka wê ya parastina welat bi bîr bîne.

Ji fermandarên QSD’ê Seîd Koçer jî di axaftina xwe de pêvajoya piştî rûxandina rejîma Baasê nirxand û destnîşan kir ku hewldanên hedefkirina herêmê hebûn, lê QSD’ê hewldan têk birin.

Koçer bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrînê jî û wekî xaleke girîng ku planên dagirkirinê vala derxistin, nirxand.

Axaftvanan îşaret pêk kir ku şehîd Egîd Tolhildan roleke girîng di berxwedana Bendava Tişrînê de lîst û bi lehengî li hemberî hêzên dijber şer kir ta gihaşt asta şehadetê.

Di axaftinan de soza domandina rêya şehîdan hate dayîn. Piştre nasnameya şehîd Egîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan spartin axê.

Sersaxî dê sibe li gundê Girkê Dijwêr ê herêma Koçeratê ya Dêrikê were qebûlkirin.

(b)

ANHA