Li Humsê sûcên qetilkirin û êrişên çekdarî zêde dibin

Li bajarê Humsê sûcên qetilkirin û êrişên çekdarî zêde dibin. Piştî rojekê ji windabûnê cenazeya kesekî hat dîtin û di êrişeke çekdarî de jineke ciwan bi giranî birîndar bû.

Li Humsê sûcên qetilkirin û êrişên çekdarî zêde dibin
3 mijdar, 2025   21:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî yên ji bajarê Himsê ji ajansa me re da zanîn ku cenazeyê welatî Îbrahîm Semîr Mehmûd (45) ku duh berê xwe dida taxa Hemîdiyê hatibû revandin, hat dîtin.

Li gorî agahiyan, li taxa Cub El Cendelî-rêya Zêdel peywendî ji welatî qut bûn û li taxa Coret Şiyah cenazeya wî hat dîtin û ji bo nexweşxaneya Weir hat veguhastin.

Berî wê bi çend saetan li taxa Ekremê komeke çekdar gule li jina ciwan Alaa Eshed (19) barandin. Di encamê de di rûyê xwe de birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyan, jina ciwan ji bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhastin, lê ji ber rewşa aborî ya malê dijwar e, û lêçûna nexweşxaneya taybet zêde ye, ew ji bo Nexweşxaneya Klînîkan hat veguhastin.

Der barê rewşa wê de tu agahiyên din nehatin bidestxistin.

Ev di demekê de, ku ji ber bêaramî û tevliheviyê sûcên kuştin û revandinê li bajêr zêde bûne, bê ku tu biryarên cidî ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve werin girtin, pêk tên.

(mh/fr)