Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin.

Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
Hêzên Parastina Jîngehê hatin avakirin
29 kanûn, 2025   14:30
REQA

Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya bicihanîna biryarên civîna xwe ya 13’ê Kanûnê de, bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Jîngehê ava kirin.

Bi armanca avakirina Hêzên Parastina Jîngehê, bernameyek li avahiya Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê hat lidarxistin. Endamên Hêzên Parastina Jîngeheê yên kantonan, endamên meclisên jîngehê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevserokên Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrieyê Îbrahîm El Esed axivî û diyar kir ku divê çavdêrî li rewşa jîngehê were kirin, nemaze ji ber bûyerên ku di salên dawîn de li gelemperiya Sûriyeyê, bi taybetî li bakur û rojhilatê wê rû dane.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Casim El Dêf jî bal kişand ser rola hişyarkirinê ku hêzên parastina jîngehê pê rabin û got divê sîstema parastina jîngehê li gorî şert û biryarên ku desteyê destnîşan kirine, were pêkanîn.

Casim El Dêf diyar kir ku ev hêz dê li tevahî kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin belavkirin û dê li dijî nêçîrvaniya bêserûber, qutkirina daran û hwd bixebitin. Her wiha anî ziman ku yekîneya nû ya van hêzan bi hejmareke guncaw dest bi mîsyona xwe bike û bernameyeke stratejîk a pêşketin û piştgiriyê deyne.

Hêzên Parastina Jîngehê dê bi Desteya Jîngehê re dewriyeyan li daristan, çem û deverên xwezayî pêk bîne, ji bo karasetên xwezayî jî her tim amade bin.

(b)

ANHA