Li sînorê Sûriye-Urdinê hewlên qaçaçîtiya hişbirê hatin têkbirin

Artêşa Urdinê 4 hewlên qaçaçîtiya hişbirê ya bi mîqadareke mezin bi rêya sînorê rojhilatê Urdinê bi bikaranîna balonên elekronîk ku ji Sûriyeyê ve diçûn, têk bir.

Li sînorê Sûriye-Urdinê hewlên qaçaçîtiya hişbirê hatin têkbirin
9 hezîran, 2026   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Urdinê ragihand ku herêma rojhilat a leşkerî îro 4 hewlên cuda yên qaçaxçîtiya hişbirê bi mîqdareke mezin li ser sînorê dikeve aliyê wan têk bir.

Hêzên çekdar bi bîr xist ku hişbir li ser balonên arasteyî elekronîk hatibû barkirin. Yekîneyên Parêzvanên Sînor hewla derbasbûna hişbirê bi rêya sînorê Sûriye-Urdinê têk bir.

Hêzan da zanîn ku ev çalakî bi rêya hevkariya saziyên ewlehiyê û Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Hişbirê pêk hat, hişbirê hat desteserkirin û ji aliyên eleqedar re ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî hat şandin.

Demeke berê artêşa Urdinê operasyoneke leşkerî bi navê "Bergiriya Urdinê" li dijî bazirganên çek û hişbirê li sînorê bakur pêk anî.

(fr)