Hêzên NY`ê li gundewarê Derayê geriya

Şandeyek ji Hêza Çavdêriya Veqetînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) li gundewarê rojavayê Derayê geriya û guhdarî gotinên şêniyan ên li ser bûyerên dawî yên li herêmê kir.

Hêzên NY`ê li gundewarê Derayê geriya
30 hezîran, 2026   22:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro andeyek ji UNDOF`ê li gundê Abdîn li herêma Yermûk a gundewarê rojavayê Derayê geriya. Şandeyê guhdarî gotinên şêniyan ên li ser êrişên Îsraîlê û bûyerên dawî yên li herêmê kir.

Duh, artêşa Îsraîlê bi topan û helîkopteran êrişî gundê Abdîn û derdora wê li gundewarê rojavayê Derayê kir, di encamê de gelek kes ji herêmê koçber bûn.

(k)

ANHA