Di êrişa li ser bajarokê Til Eranê de jineke Kurd birîndar bû

Di êrişa hêzên hikumta Şamê ya li ser gundê Til Eranê de jinek Kurd birîndar bû.

Di êrişa li ser bajarokê Til Eranê de jineke Kurd birîndar bû
30 hezîran, 2026   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî îro bi zêdetirî 200 wesayîtan, di nav de motorsîkletên bi çekên navîn, êrişî bajarokên Til Eran û Til Hasilê li gundewarê Helebê kirin.  Her wiha gelek çekdar  li hundirê her du bajarokan belav bûn.

Li gorî agaiyan li bajarokê Til Eranê di serdegirtina malan de, dema ku jina Kurd a bi navê Nezha Hemkê li hember êriê nerazîbûn nîşan da, ji aliyê hêzên ewlekriyê be hat lêdan û birîndar bû.

Jina birîndar ji bo dermankirin rakirin nexweşxaneya Til Eranê.

(k)

ANHA