Li Qamişlo şêrekî zarokek gez kir

Li baxçeyê lawiran ê li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo, şêrekî zarokek gez kir, di encamê de bi giranî birîndar bû.

Li Qamişlo şêrekî zarokek gez kir
30 hezîran, 2026   21:48
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ragihand ku şêrekî li baxçeyê lawiran ê li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo, zarokê bi navê Huseyîn El Hemadî yê 10 salî, ji taxa El Zinûd gez kir û di encmê de zarok bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan zarok di dema serdana baxçeyê lawiran de destê xwe avêt nav rekeha şêr, di encamê hat gezkirin û birîndar bû.

Zarok ji bo dermankirinê veguhestin Nexweşxaneya Neteweyî.

Çavkaniyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Neteweyî ragihandin ku rewşa zarok baş e û ew ji nexweşxaneyê derketiye.

(k)

ANHA