Hêzên Îsraîlî ketin gundewarê Quneytrayê

Hêzên Îsraîlê ketin dever El Kesrat ya li nêzî gundê Cibata El Xeşeb û li wir karker lêgerîn kirin û wêneyên nasnameyên wan kişandin.

Hêzên Îsraîlî ketin gundewarê Quneytrayê
30 tebax, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûpelên medyaya dîjîtal dîmenên hêzek artêşa Îsraîlî li El Kesrat ya li nêzî gundê Cibata El Xeşeb li gundewarê bakurê Quneytrayê weşandin.

Hêzên Îsraîlî ketin El Kesrat ya li nêzî gundê Cibata El Xeşeb û li wir li karkeran lêgerîn kirin, wêneyên nasnameyên wan kişandin û nasnameyên wan belge kirin.

(k)

ANHA