Hêzên Îsraîlê têlên strî li Quneytîrayê danîn

Hêzên Îsraîlê tora têlên stranî li nêzî bajarokê Refîd ê başûrê Quneytîrayê danî.

Hêzên Îsraîlê têlên strî li Quneytîrayê danîn
9 hezîran, 2026   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di çarçoveya xebatên xurtkirinê û endazyariya ku li seranserî sînorê bi Colanê re tê kirin de, hêzên Îsraîlê toreke nû ya têlên strî li aliyê rojavayê bajarokê Refîd ê başûrê Quneytîrayê danî.

SOHRˊê diyar kir ku xebat sazkirina stûnên hesinî û barîkatên axê li xalên nêzîkî xeta agirbestê vedihewîne. Ev gavek e ku hewlên hêzên Îsraîlî ji bo xurtkirina kontrola meydanê û berfirehkirina herêma tamponê di navbera gundên Sûriyeyê û aliyê Colanê de nîşan dide.

(fr)