Li Dirbêsiyê û Hesekê şewat hatin vemirandin

Li herêmên Dirbêsiyê û Hesekê şewatên li zeviyên çêbûne, bi mal û erdên çandiniyê ketine hatin vemirandin.

Li Dirbêsiyê û Hesekê şewat hatin vemirandin
9 hezîran, 2026   17:51
HESEKÊ

Tîmên agirkujiyê li Dirbêsiyê şewata bi giyayên derdora malan ketiye, gihîştiye 6 malên gundê Esediyê vemirand.

Li gorî çavkaniyekî ji tîmên agirkujiyê, sedema şewatê ew e ku zarok bi agir dilîstin û piştre belav bû. tenê zirarên madî çêbûn.

Li Hesekê jî, bi taybet li gundê Rezane yê bajarê Til Mecdel tîmên agirkujiyê şewata bi genim ketiye vemirand. Di encamê de nêzî 10 donim genim şewitî.

(fr)

ANHA