‘Destkeftiyên me hemû mîrasa 15’ê Tebaxê ne’

Şêniyên Kobanê diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo wan rojeke nû ye û got “Hemû destkeftiyên me mîrasa 15`ê Tebaxê ne.”

‘Destkeftiyên me hemû mîrasa 15’ê Tebaxê ne’
15 tebax, 2026   07:40
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê têkildarî 15`ê Tebaxê (Roja Vejînê) ji ANHA’yê re axivîn û got ew roj ji bo wan roja hebûnê ye.

Eyşe Efendî ew roj li tevahî gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku 15’ê Tebaxê rojeke dîrokî ye û got: “Ew şoreşa ku ji dîrokê de ji aliyê mêtingeriyê ve dihatin tunekirin û hildiweşiyan. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî şoreş hat destpêkirin û li gorî wê jî têkoşîna xwe ya li aliyekî didan meşandin. Lê gelekî kêm bûn û têk diçûn. 15`ê Tebaxê dîroka Kurdan a berxwedanê û xweîsbatkirinê da misogerkirin.”

Eyşe Efendî got gelê Kurd di wê rojê de dest bi têkoşîneke nû kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Fîşeka ewil a ji aliyê şehîd Egîd ve hate teqandin, bi xwe re bi milyonan Kurd rakirin û bi hezaran ciwanên Kurd ji bo axa xwe dest bi parastinê kir. Hemû destkeftiyên me mîrasa 15’ê Tebaxê ne. Vejîneke nû ye û nexşerêyeke nû ye. Niha jî careke din ew destkeftiyên ku di destê me de, em bi rihê 15’ê Tebaxê jî diparêzin.”

Eyşe Efendî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Bi pêvajoya ku di 27`ê Sibatê de hatibû pejirandin, çek hatin sekinandin. Bi hezaran gundên Kurdan hatin şewitandin û mal û milkên wan talan û wêran bûn. Bi hezaran Kurd neçar man ku koçber bibin. Niha jî wê ew gel jî vegere ser warê pêşiyên xwe û li gorî qanûnê jî tev bigere.”

Eyşe Efendî got pêvajoya ku li Bakur dest pê kiriye bandoreke xwe ya mezin li ser Rojavayê Kurdistanê jî heye û got: “Serkeftin û azadiya ku bibe, dê ji tevahî Kurdistanê re be. Niha aştî li dar e, êdî dawiya şer tê û dest bi gavên aştiyê tên kirin. Rojhilata Navîn niha di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ye. Em ê jî li ser xeta xwe ya sêyemîn li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

Bekir El Ceradê jî ew roj pîroz kir û got pêngava dîrokî roja hebûnê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Bi sedan salan li ser serê Kurdan hemû cureyên qirkirinê, komkujî û gelek buyer pêk hatin. Li dijî wê yekê, êdî pêngava 15`ê Tebaxê dest pê kir. Ji dîrokê de jî Kurd ne ew kesên ku aşiqê şer bûn. Lê demê ku neteweya te, dîrok, ziman û nasnameya te bê qirkirin, dê ew jî parastina wê bike.”

Bekir El Ceradê anî ziman ku bi pêşengiya pêşengên wan ew gihîştin wê rojê û wiha axaftina xwe dewam kir: “Tevgera azadiyê jî di nava mercên herî zehmet de hat damezirandin. Ji bo wê jî dê zarokên wan rabin ser pêyan û parastina bajarê xwe bikin. Fîşeka yekem li dijminê ku xwest kurdî tune bike.”

Ceradê wiha axaftina xwe domand: “Hemû bûyerên ku hatin serê Kurdan, tenê qirkirina wan e, ji zindana Amedê heta bi berxwedana ku bi destê şehîd Egîd pêk hat. Ew rêya berxwedanê ye, girêdana rih e, ew hevtemamkirina rihê Mazlûm û Egîdan e. Ew jî ji bo ku gelê Kurd di nava ax û welatê xwe de di nava welatekî azad de bijîn.”

Bekir El Ceradê gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Îro rojeke nû ye û “Kurdên mirî” bû xwedan giyan. Ji wê çaxê de û heta roja me ya îro em dikarin Pêngava 15’ê Tebaxê bi rihê 27’ê Sibatê de girê bidin û bi wê re dê serkeftina Kurdistanê misoger bikin. Ji Kurdekî mirî ber bi Kurdekî ku di nava welatê xwe de bi azad bijî.”