Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin

Salvegera 22’yemîn a damezirandina PYD’ê li bajarê Şedadê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Hate gotin PYD’ê tevî zehmetiyan jî gelek destkeftî ji bo gelên herêmê bi dest xistine.

Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin
Salvegera damezirandina PYD’ê hat pîrozkirin
20 îlon, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 22’yan a damezirandina xwe şahiyek li pêşiya hola meclisa bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê li dar xist. Tevî endamên PYD’ê û saziyên sivîl, girseyek ji şêniyên Şedadê, Erîşe, Mergeda û Deşîşeyê beşdar bûn.

Ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya bajarê Mergedayê Ehmed El Xedîr axivî û got: "Em vê rojê li tevahiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em dikarin bêjin partiya me serkeftinên mezin bi dest xistine ku partiyên temenên wan sed sal e bi dest nexistiye. Partiya me gelek şehîd dane û bûye partiya şehîdan."

Ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya kantona Cizîrê Ebdulxenî Oso jî anî ziman ku PYD êdî nûnertiya tevahiya civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got: "Partiya me di sala 2003’yan de di rewşên zehmet de dema zextên rejîma Baasê hat avakirin û ji bo tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xistin."

Di şahiyê de ji rêveberên Kongra Star a bajarê Erîşe Sûad El Ebdullah jî diyar kir ku PYD ku li ser esasê edalet, wekhevî û azadiya jinan ava bûy, roleke mezin di perwerdekirina civakê û parastina gel de lîst, her wiha mîsogeriya bingehîn a projeya neteweya demokraîtk li herêmê danî.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA