Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi ser malan de girtin

Hêzên leşkerî yên Îsraîlê ketin gundewarê başûrê Quneytrayê û li herêmê lêgerîn pêk anîn û bi  ser malan de girtin.

Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê bi ser malan de girtin
16 tebax, 2026   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên me yên li başûrê Sûriyeyê ragihandin ku hêzên Îsraîlê di şeva Şemî-Yekşemê de bi 6 wesayîtên leşkerî ketin bajarokê El Rafîd li gundewarê başûrê Quneytrayê.

Hêzên Îsraîlê li seranserê bajêr belav bûn, bi ser malan de girtin û lêgerîn pêk anîn.

Heta niha tu agahî derbarê nasnameya xwediyên malan an sedemên lêgerînan de nehatiye dayîn.

(k)

ANHA