Di encama êrişa malekê li gundewarê Hemayê kuştî û birîndar çêbûn

Li Sehel El Xab yê gundewarê Hemayê çekdarek bi bombeyekê êrişî malekê kir, di encamê de ciwanek hat kuştin, xwîşk û biraziyê wî jî birîndar bûn.

Di encama êrişa malekê li gundewarê Hemayê kuştî û birîndar çêbûn
16 tebax, 2026   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me dane, li gundê El Resîf yê Sehel El Xab li bakurê Parêzgeha Hemayê çekdarek bi bomeyekê xaniyê malbatekê hedef girt, di encamê de ciwanê bi navê Ezîz Mihemed Selûm hat kuştin, xwîşk û biraziyê wî jî birîndar bûn.

Heta niha sedema pêkanîna êrişeke bi vî awayî û agahiyên têkildarî çekdarê ku ev êriş kiriye nehatiye aşkarekirin.

(sb)

ANHA